Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kompaniyên pîşeyî li parêzgeha Luristanê hatine dayxistin

12:14 - 21 Kanûna Paşîn 2021

Kompaniyên pîşeyî û herwisa kargehên pîşeyî yên din di parêzgeha Luristanê de hatine dayxistin an bi kêmtirîn qas kar dikin û herwisa werzêrî rastî şikest û xisarên zêde hatine.

Roja Çarşemî 20ê kanûna Paşîn, Nûnerê “Elî Xamineyî” li parêzgeha Luristanê tevî îtirafkirin bi geşenekirina wê parêzgehê û jankêşana xelkê ji pirsgirêkan ku bûne sedema zêdebûna derbên civakî, tûşbûn bi madên sirker, dizî û jihevcudabûnan ragihand: “Kompanî û kargehên pîşeyî hatine dayxistin an bi kêmtirîn qas kar dikin.

Herwisa navbirî îtiraf kir ku “dayxistina kargehên bajarokên pîşeyî yên parêzgeha Luristanê bi sedema xisarên mayî yên lehiyan û qerebûnekirina wan xisaran ji aliyê hikûmetê ve ye û herwisa hejmarek ji wan kargehan bi tenê navên wan mane û yên din jî bi nîvekare hatine bicîhiştin”.

Werzêr di parêzgeha Luristanê de, çendîn caran rastî xisarên giran wekî lehiyan hatine ku heta niha xisarên wan ji aliyê rejîma Îranê ve, nehatine qerebûkirin.

Pêka amarên rejîmê û îtirafa wan, 7 hezar milyard Tumen qerebûya xisareta lehî li bajarê Polduxterê yên jêrbînayan, xaniyan û bazariyan, hêj nehatiye dan.

Ava hewce bona werzêrî, bûdce bona nûjenkirin û avakirina kargeh û kompaniyên pîşeyî û qerebûya xisarên lehiyê, ji aliyê rejîma Îranê ve nehatine dabînkirin; Lewma kompaniyên pîşeyî û kargehên pîşeyî û herwisa pîşeyên din, kar nakin û yên kar dikin jî bûdceya hewce tinînin, neçar in wan dayxînin an bi kêmî û pêka bûdceya xwe ya kêm kar bikin.