Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kompanyayekî Hulendî seba binpêkirina dorpêçên abûrî yên dijî Îranê, hat ceza kirin

14:52 - 8 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Şîrketekî balafirvanî a Fokêr a Hulendê bi sedema binpêkirina ambargoyên abûrî yên ku ji aliyê welatên Rojava ve dijî rejîma Îranê hetiye pejirandin, bi qase 21 milyon Dolar hat ceza kirin.

Li gor rapora Radyoya Almanê, roja Pênçşemî 5’ê Hezîran a 2014’an di raginandinekê de ku ji aliyê wezareta xezênedarî a Amrîkayê ve hatiye bilav kirin, kompanyaya balafirvanî a Fokêr a Hulendê bi sedema binpêkirina ambargoyên abûrî yên ku ji aliyê welatên Rojava ve dijî rejîma Îranê li welatê Sûdanê pejirandin, seba firutina alavên balafirê bi wan du welatane, bi qase 21 milyon Dolar perê nextî hatiye mehkûm kirin.

Di wê ragihandina wezareta xezênedarî a Amrîkayê de hatiye ku ew şirketa balafirvanî a Hulendê îtiraf bi sûça xwe kiriye.

Li gor raporên hatinî bilav kirin, kompanyaya Fokêr a Hulendê di salên 2005 heta 2010’an çendîn caran kerestên balafirên çêkirî yên Amrîkayê bi rejîma Îslamî a Îranê û welatê Sûdanê firutiye ku bi giştî yek hezar û 150 halet dorpêçên abûrî binpê kiriye.

Heta niha çendîn kompanya û bankên Ewropayî seba binpêkirina ambargoyên abûrî hatine sûçdar kirin û bi çendîn milyon Dolar diravê nexdî hatine ceza kirin.