Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kompanyayekî kanadayî bi sûça alîkarî tevî rejîma Îranê bi 90 hezar dolaran hat cerîme kirin

20:46 - 15 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Kompanyayekî Kanadayî bi tawana alîkarî tevî rejîma Îslamî ya Îranê ji rêya rêkirina madeyên pilastîkî ku di berhemên çeka nevekî de tê bikar anîn, hat cerîme kirin.
Nûçegihaniya Reuters bilav kir, kompanyaya “LÎ Sipîşiyal” seba firutina medeyeke zaf yê pilastîkkî bi kompanyayên Îranî yê li Dobeyî bi navê “Kan Dana Middle East LLC” li sala 2011’an, bi alîkarî tevî rejîma Îranê hat sûçdar kirin û cezaya nexdî a 90000 dolar bi ser de hatiye sepandin.
Piştre polîsên Kandayê li sala 2011 lêkolînek li ser wê doseyê dest pê kirin û di encam de roja Duşemî 14’ê Nîsan a 2014’an, şirketa Kanadayî ya han bi firutina alavên qedexekirî bi rejîma Îranê hat mehkûm kirin.

Di vê pêwendiy de piştre jî dadgeha bilin a Eyaletî li Firnkforê, roja Înê 11’ê Nîsan a 2014’an, ragihand: Dadistanê giştî yê Fîderal, kesekî Almanî bi regez Îranê û Îraniyek din, bi tawana veguhestina motorê pehpas bo rejîma Îslamî ya Îranê dadgehî kir.

Herwisa polîsên Îspanyayê jî ragihand bajarê Barsilona, Taragona û Palma De Malorika, girtine û bi endamyetî li girupa cinayetkar û şiştina dirav û qaçaxiya alaveke zaf ku li du varê “Leşkerî û pîşeyî” da bi kar tînin, sûçdar kirin e.
Wezareta derve ya Îspanyayê ragihand: Ew 4 tometbare di rêya toreke bazerganî ya dijwar de ku hejmarek pirojên endazyarî bi xwe ve digre, agahiyeke gelek ên teknîtî guherîn kirine ku ji dirust kirina mşek û senterfiyûca gazê bikar anîne.