Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konferansa Komîteya devera Naşvîl li Amerîkayê bi rê ve çû

15:56 - 15 Adar 2022

Roja Yekçemî 22ê Reşemeya sala 1400 a Rojî, Konferansa Komîteya devera Naşvîl” li eyaleta “Tênêsî” ya Amerîkayê bi beşdariya piraniya endam û berpirsê Rêkxistina Giştî li Amerîka û berpirsê Komîteya Giştî yê PDKÎ li Amerîkayê bi rê ve çû.

Konferans bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê şehîdan dest pêkir.

Berpirsê Rêkxistina Giştî yê PDKÎ li Amerîka, “Erdelan Bêhrûzî” bi pêşkêşkirina gotinên Rêkxistinê, Konferans dest pêkir.

Piştre berpirsê Komîteya PDKÎ li Amerîka “Rehîm Reşîdî”, babetek li ser karê Komîtê û giringiya wê Konferansê pêşkêşî beşdarbûyên Konferansê kir.

Piştre berpirsê berê yê Komîteya Naşvîl “Mihemed Qere Xidirî” rapora kar û çalakiyên Komîtê pêşkêş kir.

Di doma Konferansê de endam û beşdarbûyên wê Konferansê nêrîn û hizrên xwe li ser mijara Konferansê gotin.

Di dawiyê de “Ferîborz Cebarî” wekî berpirsê Komîteya Naşvîlê bi dengê beşdarbûyan hate hilbijartin.