Kurdistanmedia: Konfiransa berhevdana rewşa Netewên Îranê li Yêketiya Ewrûpa de, bi beşdariya nûnerên hemi Netewên bê mafe Îranê li barigeha Yêketiya Ewrûpayê de birêwe çu.
Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demukrata Kurdistana Îranê li axivtinekê de derheq bi rewşa Rojhilatê Kurdistanê basa cudahî danana sîstematîk li Îrana jêr deshilata Komara Îslamî kir û ragihand ku tevpêçana temenê Komara Îslamî bo me Kurdan, armanceke micide.
Netewên Îranê ên weke Kurd, Azerî, Belûç, Ereb, û Tirkemen bo vê Konfiransê hatibûne vexwandin.
Di wê Konfiransê de pirsa mafê Netewên Îranê û çarenivîsiya wa kewte ber bas û gengeşe kirinê û li wê derheqê de çendîn bas hatne pêşkêş kirin.
Ji bilî Nûnerên Netewên Îranê, zaf kesayetî û berpirs û Palemantêrên Ewrûpayî jî di wê Konfiransê de beşdar bûn û raya xwe li ser rewşa Netewên Îranê û pêşeroja Îranê dane xûya kirin.