Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konfiransek li ser tepesekirina mafên gelên Îranê li bargeha NY birêve çû

22:13 - 14 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Konfiransek li ser binpêkirina mafê mirov bi xasmanî mafên netewên Îranê û herwisa kêmaniyên olî yên Îranê ji aliyê rejîma Îranê bi taybet paş hatina serkarê Rûhanî ve li bargeha Netewên Yekbûyî birêve çû.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Înê 13’ê Hezîran a 2014’an, konfiransekî teybet bi tepesekirina mafên gelên rûniştî di Îranê de û ferq û cudahiya dijî kêmaniyên olî yên Îranê, ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê bi xasmanî paş hatina serkarê Hesen Rûhanî ve li bargeha Netewên Yekbûyî di Jinivê de hat lidar xistin.

Di wê konferansê de li ser gazî kirina sê rêxistinên navdewletî yê tevgera cîhana xebat dijî rasîzim û regezperestî û dostayetî navbera netewên MRAP, komeleya berewanî li gel û xelkê li halê ji navçûnê SMP û rêxistina netewên bê dewlet û bê nûner UNPO ku endametiya taybet a saziyên civakî û abûriya wan li rêxistina netewên (ECOSOS)ê de heye birêve çû.

Di wê konferansê de davîn rewşa mafê mirov yên gelên Kurd, Azerî, Belûç, Turkemen, Ereb û kêmaniyên olî yên rûnitiyên Îranê hat gengeşe kirin.
Di wê konferansê de çendîn basên pêwendîdar bi darvekirina girtiyên siyasî û Eqîdetî( bawirmendî) li Îranê û jordeçûna rêjeya amara darvekirinê ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve paş hatina serkarê Hesen Rûhanî hatine bas li ser hat kirin.

Di wê konferansê de Dr. Gulmorad Moradî jî ku ji aliyê navenda Zagros ve di wê konferansê de beşdar bû li ser amara binpêkirina mafê mirov di Îranê de besek kir û çendîn mijarên din derheq bi hebûna mînrêjkirina deverên Kurdakincî yên Îranê û Kurdistanê ku rojane çendîn kasibkar û kolber û rûniştiyên deverên sînorî dibine qurbanî, basek pêşkeş kir.

Pêşkeşkerê basên wê konferansê di gotinên xwe de li ser xirabtir bûna rewşa mafê mirov di Îranê de û balnekişandin bi maf û xwestên gelên rûniştî yên Îranê paş hatina serkarê Hesen Rûhanî pêdegirî kirin.