Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kongereya 10`emîn a Yekîtiya Ciwanên Demokrat bi dawî hat

17:04 - 14 Kanûna Paşîn 2021

10`emîn Kongereya Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê, dawî bi karên xwe anî û birêveberê nû yê wê Saziyê, hatine hilbijartin.

Kongeraya 10`emîn a Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê, li 20`ê Befranbara 1399an a Rojî dest pê kir û di encam de piştî 3 rojan karên bi dom, li 22`ê Befranbarê dawî bi karên xwe anî û Desteya Birêveber a nû ya wê Saziyê hatine hilbijartin.

Di wê Kongerê de, “Pêjman Şerî`etî” wekî Sekretêrê nû yê YLDKÎ, hate hilbijartin.

Kongereya 10`emîn a Yekîtiya Cawanên Demokrat a Kurdistana Îranê di bin navê “Ciwan Girêderê Xebata Çiya û Bajar” û li rewşeke taybet û hestiyar de bi slogana “Ciwanên Yekgirtî, Hêza Serketî”, bi rê ve çû.

Kongere bi Sirûda netewî ya “EY REQÎB” û ragirtina xulek bêdengî bo rêzgirtin ji rihê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê, dest bi karê xwe kir.

Di wê Kongerê de, Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Mistefa Hicrî” û hejmarek ji Endamên Navenda Siyasî û Desteya Kargêrî beşdar bûn û deste gulên pîrozbahiyê pêşkêş bi kongereya 10`emîn a wê Saziyê kirin.

“Mistefa Hicrî” di destpêka Kongerê de, çend gotin li derheq hewcehiya yekgirtîbûn û karên bi micid ên berdewam kirin û herwisa rewşa perîşan a rejîma Îranê û guherînên deverê, pêşkêş kir û daxwaz ji ciwanan kir ku bi yekîtî û karên berdewam ji potansiyela ciwanan bona serketina daxwazên rewa û demokratîk mifahê werbigrin.

Prosa karên wê Kongereyê bi çend qonaxan derbas bû û di encam de li rewşeke demokratîk, tev karên xwe bi dawî anîn.

Xala balkêş û taybet a wê kongerê, digel kongereyên berê yên Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê cuda bû ku ev jî birêveçûna bi awayê “online” bû ku wekî yekemîn ezmûna serketî di wê warê de bo Saziyê hate dîtin.

Herwisa çendîn peyamên pîrozbahiyê bo wê kongereyê ji aliyê çendîn Partî û Sazî û kesayetiyên navdar ve hatibûne şandin.

Yerkîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdsitana Îranê, li sala 1324`an de hevdem digel avakirina Komara Kurdistanê hate avakirin û heta niha jî, li ser rêbaza Komar û binyata hizrî ya şehîd “Dr. Qasimlo” kar û têkoşana xwe bona bidestveanîna mafên rewa yên ciwanan berdewam e.