Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kongira Amerîka ragihand dê dorpêçên ser Îranê her bimînin, hekî Baydên jî nexwaze

13:11 - 5 Gulan 2021

Komek ji endamên Kongira Amerîka ragîhandin ku heya rejîma Îranê dev ji şiltaxiyên xwe bernede û gumanên li ser bernama Navokî a xwe zelal neke, dorpêç dê herwisa li ser Îranê bimînin.

Roja Sêşemiyê 4ê Gulanê, parekî berçav ji endamên Kongira Amerîka, ragîhandin ku dorpêçên Amerîka li ser rejîma Îranê bi avayekî yasayî hatine danîn û heya Amerîka li derheq nemana gefa bernama Navokî a Îranê xatircem nebe, bê guman dorpêç jî dê her bimînin û deshilata rakirina dorpêçan tenê li destê serkomar de nîne.

Daxuyaniya wan endamên Kongira Amerîka di demekê de ye ku ev nêzî mehekê ye ku danûstandinên Bercamê destpêkirine û dengoya hindê belav dibe ku Co Baydên ê serkomarê Amerîka dixwaze dorpêçên li ser Îranê rake û hemî Perê biloke kirye Îranê bidê.

Li derheq egera rakirina dorpêçan û gotûbêja Amerî û rejîma Îranê de, piraniya deshilatdarên Amerîka û bi taybetî Komarîxwazan û herwisa Îsraîl nîgeraniya xwe dane xuyakirin, û li ser wê baverêne ku heçî îmtiyaz danek bi rejîma Îranê, dikare derfetek be bo wê rejîmê daku bi leztir bikare bigîje Çeka Navokî û destê wê rejîmê beredayî tir dike bo tevdanî û alozî çêkirina li herêmê de.

Di demekê de ku basê egera rakirina dorpêçan li ser Îranê hebû, Sipaha terorîste pasdaran, Vîdeo ye belav kiriye ku Pasdar li ber derê Birca Sipiye Amerîka rêjê diçin û bi Mûşekan bircê diteqînin.