Meclîsa Nûnerên wilayetên Amerîkayê li 2emîn salvegera serkuta xwînavî ya xwenîşanderên nerazî li meha Xezelwera sala 1398an, li dijî rejîma Îranê biryarnameyek der xist.
24 Nûnerên Komarîxwazan bi birêveberiya nûnerê wilateta “Mînesûta”yê “Cîm Hegîdorn” ew biryarname rêkxistine.
Di vê biryarnameyê de ji Wezareta Derve ya kabîneya “Joe Biden” li derheq guherîna naveroka rapora Wezareta Derve ya kabîneya berê ya Amerîkayê rexne girtine û gotine: “Trump rêjeya qurbaniyên Xezelwerê 1500 kes tomar kiribû, lê dewleta “Joe Biden” ew rêje bi 304 qurbaniyan kêm kiriye.
Wan nûneran daxwaz kirine ku Wezareta Derve ya kabîneya “Joe Biden” rêjeya qurbaniyên meha Xezelwerê bike bi 1500 kes û ew kiryara kabîneya “Joe Biden” bi perdepoşkirina tawankariyên rejîma Îranê binav kirine.
Ew biryarnameya yekemîn biryarnameya fermî ya Kongireya Amerîkayê ye ku bi armanca bi fermînasîna qurbaniyên sala 1398an a Rojî ye ku bi Xezelwera Xwînavî hatiye naskirin.
Komarîxwazan bo cara yekê, ev yeka ku “piraniya xelkê Îranê ji desthilata dîktatoriya “Elî Xamineyî” razî nînin û mafê mirov di Îranê de bi berdewamî tê binpêkirin” di arşîva Kongireya Amerîkayê de tomar kirin.