
Kurdistanmedia: Nûnerên Komarîxwaz ên kongireya Amerîkayê terheke nû ya tehrîman li dijî Îranê amade dikin derheq piştevaniya rejîma Îranê ji girûpên çekdar ên Îraqî.
Yek ji şêvirmendên “SENA” a Amerîkayê sibezûya roja Pêncşemiyê ragehand ku senatorên Komarîxwaz bi sedema nîgeraniya ji egera êrîşa milîşên Îraqî ên ser bi rejîma Îranê li dijî binkeyên dîplomatîk ên Amerîkayê di vî welatî de, dixwazin terhekê amade bikin bona sepandina tehrîman di vê derheqê de.
Nûçegihaniya “routers”ê ku deqa pêşnivîsê amade kiriye, ragehandiye ku SENA bi vî terhî, serbarê kiryarên din, tehrîmên girêdayî bi terorîsmê li dijî girûpên ser bi Îranê di Îraqê de bisepîne.
Ew pêşnivîs herwisa Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê erkdar dike, ku lîstekê ji girûpên çekdar di Îraqê de amade bike ku ji aliyê rejîma Îranê ve têne piştevanîkirin.
Koşka Spî roja Sêşemiyê ragehandibû ku rejîma Îranê berpirsyarê her cure êrîşa li ser binkeyên dewleta xwe di Îraqê de dizane.
Di vê daxuyaniyê de hatiye: “Di çend rojên borî de, em şahidê êrîşên wisa di Îraqê de li ser konsolxaneya Amerîka di Besrê û balyozxaneya Amerîkayê di Bexdayê de bûn, ku metirsiyên canî tê de hebûn”.
Koşka Spî radigehîne: Ew êrîş ji aliyê girûpekê ve hatine encamdan, ku ser bi rejîma Îranê bûne, lê rejîma Îranê li dijî vê kiryara wan tu tiştek nekiriye.
Di doma daxuyaniya xwe de Koşka Spî ragehandiye: Her êrîşek li ser navenda Amerîkayiyan pêk bê, û karsazên wê yan avahiyên me zirarê bibînin, emê rejîma Îranê berpirsyar bibînin. Amerîka di berevanîkirina ji canê Amerêkayiyan, wê bilez û micid dest bi kar be.