
Roja Yekşemî rêkevta 7`ê Xakelêweyê kongireya “UNPO” dirêje bi karê xwe da.
Di destpêka kongirê de berbijêrên desteya serokayetiya “UNPO” hatine nasandin; Tev 22 kes ji netewên cuda navên xwe wek berbijêr tomar kiribûn, û daxwaz ji wan hate kirin ku li ser xwe û pirojeyên xwe biaxivin.
Ji aliyê PDKÎ ve, Dr. “Elî Ebdîzade” berbijêrê desteya serokayetiyê bû, ku tevî nasandina xwe behsek kurt li ser pirojeya xwe bo paşeroja wê rêkxirawê pêşkêş kir, û amadebûna xwe da nîşandan ku wê dewreyê jî wekî desteya serokayetiya rêkxirawa “UNPO” xwe berbijêr bike.
Piştire piroseya hilbijartinê hate detpêkirin û di hilbijartinek demokratîk de ku bi awayek nihênî hatibû lidarxistin, 11 kesan karîn wek serok û cihgir û endamên desteya serokayetiya rêkxirawa “UNPO” xwe berbijêr bikin.
Di wê hilbijartinê de Dr. "Elî Ebdîlzade" berbijêrê Partiya Demokrat dengê hewce bi dest anî û bo carek din wekî endamê desteya serokayetiya saziya “UNPO”yê hate hilbijartin; di wê hilbijartinê de beşek zêde endamên berê yên desteya serokayetiyê nekarîn dengê hewce wek endamê serokayetiyê bi dest ve bînin.
Di beşa dawiya kongirê de hemû ew biriyarnameyên ku ji aliyê şanda beşdar ve bi kongirê hatibûne dan, li vir hatine ber bas û ji aliyê kongirê ve hatine pesendkirin.