Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kongreya Amerîka: Em piştevanî ji Îraneke demokrat, sikolar û nenavkî dikin

11:49 - 28 Nîsan 2021

Pêka nûçeyek ku rojnameya “Arabnews” a ser bi Erebistanê belav kiriye, zêdetir ji 220 endamên kongereya Amerîkayê di biryarnameyekê de daxwaz ji Serokê Amerîkayê kirine ku rejîma Îranê berpirsyarê tundûtîjî li dijî xelkê xwe bizane.

Pêka nûçeya rojnameya “Arabnews”, 220 endamên Kongereya Amerîkayê biryarnameya “HR 118” pejirandine û dane zanîn, ku dixwazin piştevanî ji “hikûmeteke demokrat, sikolar û nenavkî di Îranê de” bikin.

Herwisa wê biryarnameyê “binpêkirina mafê mirov ji aliyê rejîmê ve û piştevanîkirina rejîma Îranê ji terorîzm”ê bi tundî şermezar kiriye.

“Tam Mek Kilîntok”, nûnerê Komarîxwazan daye zanîn, “Biryarnameya “HR 118”, di yekemîn sed rojên Serkomariya “Joe Biden” de peyameke bilez e ku kongere ji dewleta wî dixwaze ku rejîma gendel a Îranê bi sedema serkutên berdewam li dijî xelkê xwe û piştevanîkirina berdewam ji terorîzmê, bersivdar bihe.”

Herwisa navbirî gotiye, heta niha zêdetir ji 120 hezar kesên sivîl ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin, û mebesta me ji wê biryarnameyê piştevanîkirin ji xelkê Îranê ye.