Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kongreya “Sena”ya Amerîkayê Lihevkirina Bercamê mercdar dike

18:12 - 1 Hezîran 2022

Beşek ji endamên Komarîxwaz yên Kongreya “Sena”ya “Amerîka”y, bi mebesta sînûrdarkirina peywendiyên ewlehî û malî yên rejîma Îranê digel welatê “Çîn”ê û dawî anîn bi piştevanîkirina “Tehran”ê li terorîzmê, di gelaleyek pêşniyarkirî de Lihevkirina Bercamê mericdar dike.

Pêka wê gelaleyê her lihevkirinek navkî digel rejîma Îranê, divê bi dengê du li ser sê ya endamên Kongreyê bê pejirandin.

Herwisa rejîma Îranê divê tev rêkkevtinên ku digel welatê “Çîn”ê wajo kirine û ji vê rê ve pere bo lihevkirina Bercamê li wî welatî werdigre hilweşîne û peywendiya xwe ya stiratîjîk, ewlehî û leşkerî digel “Pêken”ê bidawî bîne.

Pêka naveroka wê gelaleyê welatê “Amerîka”yê di rewşekê de dikare mezaxteya Bercamê dabîn bike û rejîma Îranê dawî bi peywendî û piştevanîkirina malî ya girûpên girêdayî rejîmê bîne û hemû çekên xwe yên navkî, mûşekî, saybirî û kîmiyayî jinav bibe, herwisa jêrxanên berhemanînan jî biceribîne.