Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konseya Çavdêriyê a rejîma Îranê dijayetî digel “CFT”yê kir

12:02 - 2 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Konseya Çavdêriyê piştî pêdeçûna bi ser pejirandiya meclisê wate “CFT”yê, di nameyekê de bo serokê meclisê ragehand ku piraniya kêşeyên ku “CFT”yê digel Yasaya Bingehîn û şer`i hene, hêşta jî nehatine yekalîkirin.

Konseya Çavdêriyê (Şoraya Nigehban) di nameyekê de bo Elî Larîcanî serokê meclisê ragehand ku piraniya wan dijberiyên ku “CFT”yê digel şer`i û Yasaya Bingehîn hene heya niha jî nehatiye çareserkirin.   

Zerîf Wezîrê Karê Derve ê Îranê berî niha jî derbarê dijberên “CFT”yê ragehandibû: Gellek alî hene ku ji spîkirina pere qazanc dikin. Ew ciyên ku bi qasî hezaran milyardî spîkirina pere hebûye, hetmen ew qas jî şiyana malî hene ku dehan û sedan milyard Tûmenî jî bikin xercê piropagendeyê ji xwe re”.

Ew axavtinên Zerîf pêwendî bi kêşeyên navxweyî ên kes û alî û bask (cinah)ên nav hikûmetê de ye, ku her yek ji wan li gora berjewendiyên aborî û siyasî ên xwe, pirsên weha girîng şirove dikin, yan jî dijberî dikin yan jî digel de ne. 

 Meclisa rejîma Îranê pêdeçûn û karkirina li ser pirojeyasaya tevlîbûna Îranê bi “CFT”yê re, çend mehan berî niha dest pê kiribû, lê pejirandina wê, bi sedema dijberiya hejmarek ji nûneran kete derengiyê.

Tirsa rejîmê ji vê ye ku bi pejirandina yekcarî ya vê pirojeyasayê, êdî ew nekarin bi hêsanî alîkariya girûpên terorîstî bikin û pere bidin wan.