
Kurdistanmedia: Konsolxaneya giştî ya rejîma Îranê li Herêma Kurdistanê daxwaz ji kompaniyayên beşa taybet a Herêma Kurdistanê kiriye, gilînameya yasayî li dijî Amerîkayê bişînin dadgehê.
Roja Sêşemiyê rêkefta 20-ê Sermaweza 1397an, “Se`dula Mes`ûdiyan” serkonsolê giştî yê rejîma Îranê li bajarê “Silêmaniyê” di nava beşdarîkirina li kongireya navdewletî a zankoya Polîteknîk a Silêmanî, zankoya Silêmanî û zankoya Kurdistanê li “Sine” de, anî ser ziman ku dorpêçên abûrî yên ser Îranê bûne sedema ragirtina karê bazirganî li Herêma Kurdistanê jî.
Ew karbidestê rejîma Îranê bi armanca dewrlêdana dorpêçên abûrî û herwisa kêmkirina givaşan, daxwaz ji rêkxirawên beşa taybet li Herêma Kurdistnê kir, gazinda yasayî li dadgeha “Tawana Navdewletî” li dijî biryara cezayên Amerîka rabigehînin, ji ber ku bûye sedema wê ku karê bazirganî û abûrî li Herêma Kurdistanê jî rabigire.
Ew gotûbêja konsolxaneya rejîma Îranê di demekê de ye ku berpirsên rejîma Îranê îdi`aya wê dikin emê dorpêçan bikne derfet, dorpêç bereket e bo me û qise û diruşimê bi wî rengî.
Cezayên abûrî yên Amerîka bo ser rejîma Îranê wisa kiriye, firotina neftê li bazara bûrsa Îranê de bê ragirtin.
Berpirsên rejîma Îranê bi hêviya wê ku bikarin li dijî dorpêçên abûrî bisekinin, firotina neftê li bûrsê de cî bi cî kirin, lê vê bernameya wan, şikest xwariye.