Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kontrola bazarên Îranê ketiye bin siya bilindbûna nirxan

18:58 - 16 Adar 2019

Kurdistanmedia: Bi sedema bilindbûna nirxa tiştên xwarinê, û bi taybet êmîş û şîrînî, li nav bazarên Kurdistan û Îranê, xelkê biryar daye da ku şîrînî û êmîş nekirin.

Di torên civakî de belavbûye, bi sedema bilindbûna nirxa şîrînî û tiştên din, ku xelk nikare bikirin, daxwaz hatiye kirin da ku, xwe ji kirîna tiştên wisa biparêzin, û bazarên navxweyî dorpêç bikin.

Her di vê pêwendiyê de, nûçegihaniya “Fars”  a girêdayî Saziya Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê, bi awayekî fermî îtiraf kiriye ku, bi sedema bilindbûna nirxan xelk, şîrînî û tiştên din nakirin.

Ev daxwazkariya di torên civakî de rol li xelkê hatiye belavkirin, ku  digel pêşwaziyeke bêmînak a xelkê rûbirû bûye, û  berpirsên rejîmê jî, îtiraf bi vê yekê kirine ku,  xelkê bazarên navxweyî  dorpêç kirine, û tu tiştî bo newrozê nakirin.

Di heyama çend rojên borî de, torên civakî yên girêdayî rejîma Îranê, bi armanca pûçkirina vê hewla xelkê Îranê, û bitaybet xelkê Kurdistanê, di nav gund û bajaran de, li ser binêran nivîsîne, û daxwaz ji xelkê kirine da ku, bi sedema bilindbûna nirxan û herwisa bo vê ku xelkê desteng û hejar jî li bîra xwe nebin, em şîrînî û tiştên din bo newrozê nakirin.

Herçend ku, karbidestên rejîma Îslamî a Îranê, bi awayekî berdewam, bas ji vê dikin ku, hemî amadekarî encamdane da ku, di rojên newrozê de bazarê kontrol bikin, lê, heya niha ev axavtina tu encamek tunebûye.