Wezareta Derve ya Koreya Başûr li derheq belavkirina mijara daxistina geviya Hormozê bi ser Koreya Başûr li rojnameya “Kehyhan”a Xamineyî de, balyozê Îranê banghêj kir.
Roja Duşemî 18ê Nîsanê, Cihgirê Wezîrê Derve yê “Koreya Başûr” li derheq belavbûna gotara “Husên Şerîe`tmedarî” Nûnerê rêberê rejîma Îranê di nava rojnameya “Kehyan” ya girêdayî rejîma Îranê de, “Seîd Badamçî” balyozê Îranê li wî welatî gazî kir bo wezaretxaneyê.
Cihgirê Wezîrê Derve yê “Koreya Başûr” nigeranî û nerazîbûna xwe li derheq gotara belavbûyî nîşan da û balyozê Îranê jî, di bersiv de ragihand ku ew gotare helwêsta fermî ya Îranê nîne.
Di roja 16ê Nîsanê de piştî vê ku Koreya Başûr ji azadkirina perê bilokkirî yê rejîma Îranê xwe parast, rojnameya Kêyhanê Xamineyî daxwaza daxistina geviya Hormozê bi ser hatin û çûna gemiyên ticarî û neftkêşên Koreya Başûr de kiribû.
Herwisa rojnameya Kêyhan nivîsîbû: “Heta dema ku deynê me yê 7 milyard Dolarî bi me re neyê dan, divê îzana hatinûçûna gemiyan bi Koreyê re neyê dan”.
Bi sedema dorpêçên Amerîkayê li ser rejîma Îranê, 7 milyard Dolar perê rejîma Îranê li Koreya Başûr de hatiye bilokkirin, her lewma ew welate nikare wî pereyî radestê rejîma Îranê bike.