Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Korona bi berdewamî rekorê lêdide

16:55 - 25 Nîsan 2020

Vîrûsa Korona ku bûye manşêta hemû nûçegihaniyeke cîhanê, her roj hezaran malbat di cîhanê de xembar dike.

Dawî amarên vîrûsa Korona di cîhanê de ku hatine belavkirin, Amerîka bi 51 hezar canjidestdanan di pileya yekem de ye û piştre Îtaliya, Îspaniya û Feransa bi rêz li pey hev in û Îran jî di pileya heftemîn de ye.

Berdevkê Wezareta Tendirustî a rejîma Îranê, Kîyanûş Cehanpûe, îro roja Şemî 25`ê Nîsanê, daye zanîn, ku ji duh ve haya niha 1134 kes tûşê Koronayê bûne û 76 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Herwisa navbirî daye zanîn ku li ser hev di Îranê de heya niha   89328 kes tûşê Koronayê bûne û 5650 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Endamê Heyeta Zanistî yê Zanîngeha Pizîşkî a bajarê Tehranê, Mesûd Yûnisiyan, di derheq weşartinkariyên rejîma Îranê û derheq amarên Koronayê de daye zanîn ku: “Amarên serast ên tûşbû û canjidestdayên Korona di Îranê de, 20 hemberê wê yekê ku têne belavkirin.”

Bi wî awayî, di Îranê de 5650 kes canjidestdayî hene, hekî 20 hemberî wê amarê bête hesabkirin, dibe heya niha di Îranê de 113 hezar kes canê xwe ji dest dabin.

Rejîma Îranê di halekê de wan amaran belav dike ku heya niha jî yek bajar nehatiye qerentînekirin û kombûna xelkê di nav bazar û bajaran de, dibe sedema wê ku roj bi roj amara tûşbû û canjidestdanan ber bi zêdebûnê ve here û rejîm jî tenê amarên direw û dûr ji rastiyê belav dike.

Heya niha di cîhanê de 2 milyon û 833 kes tûşê Koronayê bûne û di vê hejmarê de 808 hezar û 366 kes baş bûne û 197 hezar û 354 kes jî bûne qurbanî.