Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Korona bi lez ber bi zêdebûnê ve diçe û 10 parêzge kevtine rewşa Sor de

13:50 - 6 Hezîran 2020

Pêla 2 yem ya Vîrûsa Korona yê di Îranê de gelek bi lezgînî belaw dibe û hejmara tûşbûyî yan û miriyan jî roj bi rojê ber bi zêde bûnê ve diçe.

Roja Înê 5 ê meha Hezîranê, ku tûşbûna bi Korona yê di Îranê de geheşte qasê herî bilinde xwe, Wezareta tendirustiya rejîmê ragihand ku, tenê roja Înê 2886 kesan Korona girtine.

Herwisa Wezareta tendirustiya rejîmê ragihand ku rewşa Parêzgehên Xûzistan, Hormozgan, Kirman Bûşêher, tewrêz, Sîstan û Balûçistan, Fars, Xorasana başûr, û parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Loristanê li Rojhilatê Kurdistanê, di rewşekî pir metirsîdar û Sor dane.

Di destpêka belawbûna Vîrûsa Korona yê di Îranê de heya niha, gorî Amarên neser raste ku rejîm belaw dike, 167 hezar û 156 kesan, koronayê girtine û heya niha her gorî amarên rejîmê 8134 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Gorî amarên ku ji aliyê sazî û çalakên navxweyî û derve belaw dibin, bas ji tûşbûna sedan hezar kesan  û mirna pitir ji 50 hezar kesî di Îranê de tête kirin.