Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Korona bi lezgînîyeke bêmînak belav dibe

12:29 - 11 Nîsan 2021

 

Bi sedema nebûna vaksenên Koronayê, her kesek di Îranê de di bin gefa tûşbûn bi vîrûsa Koronayê de ye û bi sedema nebûna vaksenan, Kurdistan û Îranê dê rastî xisarên canî yên gelek zêdetir bên.

Di halekê de li roja Şemî 10ê Nîsanê, rejîma Îranê îdia kiribû ku 193 pêketiyên nû di Îranê de canê xwe ji dest dabûn û 19 hezar û 600 kesên din bi wê vîrûsê tûş bûne û 4 hezar û 329 pêketiyên nû di beşên taybet de hatine razandin tevî ku amara serast dibe çendîn beranberî wan amaran be, lê berpirsên rejîma Îranê ti hewlekê bona kirîna vaksenên Koronayê nadin.

Pêka amarên belavbûyî, vaksînekirina xelkê bi qasekî hêdî bi rê ve diçe ku rejîmê bi xwe îtiraf kiriye heta 10 salan dem hewce ye ku ji %75 a xelkê Îranê bê vaksînekirin, ew di halekê de ye ku welatên wekî Îsraîl, Amerîka, Hindistan, Tirkiye û heta welatekî weke Sûmalî zêdetir ji rejîma Îranê xelkê xwe vaksîne kirine.

Di halekê de ku welatên cîhanê mifah ji vaksenên bi wec verdigrin, xelkê Îranê neçar in ji vaksenên di qonaxa ceribandina li ser mirovan mifah werbigrin û Îran bûye cihê ceribandina vaksenên çînî û kobayî û navxweyî.

Pêka maran heta niha rejîma Îranê kêmtir ji %2 a xelkê vaksîne kiriye û kirîna vaksenên bi wec ji aliyê rêberê rejîmê ve hatiye qedexekirin.

Îsraîl %66, Amerîka %50, Birzîl %40, Rûsiye %30 û Îran kêmtir ji %2 xelkê xwe vaksîne kirine, bi wî awayî xelkê Îranê dê girantirîn nirxa canî bi sedema nebûna vaksenên Koronayê bide.

Berpirsên Îranê ti bernameyek bona kontrolkirina vîrûsa Koronayê tinîn û berpirsên Îranê bi sozên çewt xelkê di wî halê perîşan de ragirtine.