Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Korona bi qasî niviya bûdceya yeksalê, ziyan gihandiye Îranê

16:11 - 28 Kanûna pêşîn 2020

Pêka amarekê ku li derheq bandora Koronayê li ser aboriya Îranê hatiye belavkirin derdikeve ku Korona bi qasî niviya bûdceya yeksalê, ziyan gihandiye bi aboriya Îranê.

Di wê amarê de hatiye ku Îran digel kêmbûna dahata neft, maliyat, bilindbûna xerca nexwşxane û dermanan rû bi rû bûye.

Pêka wê raporê Korona ziyaneke zêde gihandiye kirîn û firotinan û berhemanîn di dema Koronayê de %65 hatiye xwarê û %59 kar û kesibiya xelkê kêm bûy. Herwisa %57 kargeh bi sedema nebûna madeyên berhemanînê rastî pirisgirêkên bermanînê hatine.

Bi sedema nexwşiya Koronayê 3 miliyon kes bêkar bûne û nêzî 7 miliyon kesan jî karên xwe ji dest dane, hevdem zêdetir ji 11 miliyard Tumen zirar gihîştiye beşa werzêrê û ewlehiya xwarinê.

%80 kesên xwedî bax ku kêmtir ji 5 hiktar bax hene zêdetirîn zirar ber wan dikeve û di beşa bazirganiyê de 16 miliyard Tumen zirar bi adoriya Îranê û beşên din yên wekî çandî û geştyariyê gihîştiye.