Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Korona careke dinê zêdetir dibe û rewşa piraniya Bajarên Îranê Sore

13:07 - 2 Hezîran 2020

Gorî êtirafa deshilatdarên rejîmê, Korona careke dinê piraniya bajar û parêzgehên Îranê girtiye.

Di Rojhilatê Kurdistanê de jî rewş gelel cihê tirsêye û rewşa parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Loristanê bi temamî Sor hatiye ragihandin.

Ewa jî di demekê deye ku heya niha rejîmê çi cure tedabîrekî xweparastinê nedanaye pêşya xelkê û bazar û kar, îdare herwisa wekirîne, û qedexeya hatin û çonê neragihandiye.

Hate ragihandin rewşa bajarê Pawê Sore û Korona bilez belaw dibe.

Her lewma xelkê herêmên Hewramanatê, hebxwe ji îro pêve ragihandine ku nahêlin kesek ku xelkê wanderan nebe, bête vê deverê, çunkî dizanin hekî hebxwe xwe neparêzin, rejîm wan naparêze.

Herwisa di piraniya bajarên girêdayî yê parêzgeha Kirmaşanê de park û cihên giştî hatne dayêxistin.

Herwisa di bajarê Riwanserê de jî geşt û seyahet hate xedexekirin û xelk îro pêde nahêlin kesê xeyrî xelkê wî bajarî, biçne livê.

Di seranserî Îranê de Vîrûsa koronayê bilez careke din belaw dibe , û rojane sedan kes dibne qurbanî,

Wezîrê Tendirustiya rejîmê serdana bajarê Meşhedê kiribû û ragihand ku min livê karesat bi çawê xwe dît û rewş gelek xirabe.