Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Korona di Îran û Rojhilatê Kurdistanê bêdadiyê dike

13:31 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2020

Gorî ragihandina berdevka wezareta tendirustiya rejîmê, di 24 demjimêrên derbasbûyî de, aliyê kêm di Îranê de 160 kesan bi hegera korona yê, canê xwe ji dest dane.

Bê guman ev amarên ku rejîm radigihîne, gelek ji amara rastîn kêmtirin, gorî axivtina cêgirê wezîrê tendirustiya rejîmê, di hinek parêzgehên Îranê de nivya xelkê tuşî Korona yê bûne û rojane sedan kes canê xwe ji dest didin.

Gorî zaniyariyan di 24 demjimêrên derbas bûyî de, di rojhilatê Kurdistanê dehan kesan canê xwe ji dest dane.

Di parêzgeha Urmiyê tenê di şewekê roja derbasbûyî, 16 kesan canê xwe ji dest dan, deshilatdarên rejîmê hebxwe ragihandin ku na di çi yek ji nexweşxanêt Urmiyê de, cih nemaye û hemî tejî bûne.

Di parêzgeha Sine , şew û roja derbas bûyî de, 11 kesan canê xwe ji dest dane.

Di parêzgeha Kirmaşanê roja Duşemiyê 8 kesan canê xwe ji dest dane, ewajî di demekê deye ku pitir ji hefteyekê bû, rejîmê ti amarek di wê parêzgehê belav nekiribû.

Di parêzgeha Îlamê jî di 24 demjimêrên derbas bûyî de, 9 kesan canê xwe bji dest dane.

Di parêzgeha Loristanê herçiqas amara fermî ji aliyê rejîmê ve nayête ragihandin, lê gorî zaniyariyê ku li ser torên civakî eşkere dibin, rojane dehan kes canê xwe ji dest didin.

Wê pêkê rewşa Rojhilatê Kurdistanê gelek xirap û awirteye, û bi beravird di gel cihên dinêye Îranê zêdeti di rewşa sor daye.