Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Korona di Îranê de berdewam karesatan diafirîne

12:00 - 3 Çirriya pêşîn 2021

Rewşa vîrûsa Koronayê di Îranê de her tê karesatan diafirîne û roj bi rojê welatî dibine qurbanî yan jî pê dikevin.

Pêka amara rejîmê ku duh belav kiribû, 217 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane û 1673 kes jî hatine razandin û bi gelemperî 120,880 kesan di Îranê de canê xwe ji dest daye.

Her di vê derheqê de Cihgirê Serokê Tendirûstiya Zanîngeha pizîşkî ya Kaşanê “ Mehdî Dilawerî” got, li gorî amarên ku ji 1`ê “May” ve heya dawiya Septambara îsal hatine tomarkirin, %75 kesên ku bi Koronayê canê xwe ji dest danî, nehatibûne vaksîne kirin.
 
Di Îranê de 16 bajar di rewşa sor a Koronayê de ne û 198 bajar jî di rewşa narincî, 176 bajar di rewşa zer û 58 bajarên din jî di rewşa şîn de ne.

Herwisa li gorî amara ku ji Nûçegihaniya “Reuters”ê ve hatine berhevkirin, hejmara mirin bi vîrûsa Koronayê di cîhanê de, ji 5 mîlyon kesî derbas kiriye.

Eva jî di demekê de ye ku vaksînakirin di Îranî de gelek lawaz e; di destpêka berhemanîna vaksenên bi wec li c’hanê, rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” kirîna vaksenan Fayzir” a Amerîkayê qedexe kir û ew biriyar bû sedema afirandina xirabtirîn rewş û trajêdiyeke mirovî di Îran û di Kurdistanê de.