Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Korona di Îranê de karesatan diafirîne/ Îran di pileya sê ya cîhanê de ye

12:52 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2021

Pêka amara duh a Wezareta Tendirustî ya rejîma Îranê, Îran pêka welatên ku rojane rêjeya pêket û qurbaniyên Koronayê zêde dibin di pileya du û sê de ye.

Welatê Endonizî duh bi 45203 pêketiyên Koronayê di pileya yekem de bû û Îran jî bi 34951 pêketî di pileya duyem de bû. Ji pileya qurbaniyên Koronayê jî, Îran piştî welatê Endonizî û Rûsiyayê bi 357 canjidestdayî duh pileya sêyem bi navê xwe tomar kir.

Heta niha bi giştî di Îranê de 3 milyon û 758 hezar û 197 kes bi Koronayê ketine.

Di Îranê de 232 bajar di reweşa sor de ne, 117 bajar di rewşa naricî û 99 bajar rewşa zer de ne.

Rejîmê gotiye me ti bajarên ku rewşa wan reş be nîne, lê duh Rehmetullah Norûzî binav nûnerê “Elî Abad Kutol” ê ser bi parêzgeha Gulistanê li meclîsa rejîmê gotibû, “parêzgeha Gulistan di rewşa sor de nîne belkî di rewşa reş de ye. Û nexweşxane textên pêwîst nînin û pir bûne ji nexweşên Koronayê.”

Korona tev cîhan li xwe girtiye. Pêka amaran, heta niha bigiştî di cîhanê de 195 milyon û 992 hezar û 87 kes bi Koronayê ketine û 4 milyon û 193 hezar û 169 kes jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.