Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Korona di Îranê de karesatan diafirîne/169 bajarên Îranê di rewşa sor de ne

11:53 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2021

Duh Çarşemî 23`ê Pûşper Wezareta Tendirustî ya rejîma Îranê amara pêketiyên Koronayê belav kir ku 23 hezar û 371 pêketî bûn. Herwisa daye zanîn 184 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Ev amarane serast nînin, amarên rast çend hember ji vê amarê ne.

169 bajarên Îranê di rewşeke metirsîdar de ne û sor hatine ragihandin.

Sîstan û Belûçistan jî bi rengê reş hatiye ragihandin û Hesen Rûhanî jî ev yeka teîd kir û daye zanîn, “nexweşxaneyên Sîstan û Belûçistn bi bê text in û rewşa xelkê baş nîne.”

Seîd Nemekî, Wezîrê Tendirustî yê rejîma Îranê jî îdia kiribû, “me 400 textên vala di nexweşxaneyên Sîstan û Belûçistanê de hene”.

Xelkê wê parêzgehê dinal in û hawar dikin ku ne emrazên pizîşkî hene û ne jî di nexweşxaneyan de cihê razana pêketiyên Koronayê hene.

Navendên tendirustî yên rejîmê roja Çarşemî 23`ê Pûşperê dane zanîn, 483 kes ji pêketiyên Koronayê li Sîstan û Belûçistanê de hatine razandin û ji wan 14 kesan canê xwe ji dest daye.

Di Îranê de bi sistî xelk têne vaksenasiyonkirin û xelk neçar in rû ji welatê Ermnensitanê bikin da ku bikarin li vir pêkuta Koronayê li xwe bidin.