Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Korona di Îranê de karesatê diafirîne

11:55 - 4 Gulan 2021

Pêka nûçegihanên ser bi rejîma Îranê, 29 bajarên din yên rengê narincî bi 198 bajarên sor ên ku di rewşeke awarte de bûn, zêde bûne û roj bi roj Korona berbilav dibe.

Hin parêzgehên wekî Urmiye jî, di rewşeke pir metirsîdar de ne, di parêzgeha Urmiyê de pêka amara ku roja Duşemî 13`ê Banemerê, Zanîngeha Pizîşkî a parêzgeha Urmiyê belav kiriye, 750 kes bi Koronayê ketine û 21 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Di Îranê de bi giştî heta niha nêzî 2,588,000 kes bi Koronayê ketine û zêdetir ji 73,000 kes bi Koronayê mirine.

Eva jî di halekê de ye ku Elî Xamineyî rêberê rejîma Îranê,  bi micidî dijayetiya vaksena Amerîka û Birîtaniyayê kiriye. Elîriza Reîsî, Berdevkê Stada Lihemberderketin li dijî Koronayê, roja Duşemî 13`ê Banemerê gotibû: Hekî marka vaksena Amerîkayê be û di welatek din de bê berhemanîn, me zîn heye ku em wê vaksenê bikirin.

Berê jî Elî Xamineyî di axavtinên xwe de du welatên Amerîka û Birîtaniya bi ceribandina vaksena Koronayê li ser netewên din tawanbar kiribûn û gotibû, nabe baweriyê bi wan du welatan bikin.

Eva jî di halekê de ye ku, vaksena Amerîka û Birîtaniya di gelek welatan de tê lêdan û xelkê gelek welatan bi awayê xwebexşane wê vaksenê bikar tînin.