Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Korona di Îranê de zêdetir qurbaniyan distîne

13:58 - 30 Tebax 2020

Di demekê de ku rejîmê hemî varên welat piştguh xistine, û Korona yê weke çekekî herî jêhatî bona kuştara xelkê Îranê, di destê xwe de dizane, rojane hejmara qurbaniyan zêdetir dinin.

Roja 29ê tebaxa 2020 an, di çi yek ji nexweşxanên Tehranê de cih çinebûye , hemî Text û rahrov tejî bûne, heta di gelek nexweşxanan de hevşa nexweşxanan jî tejî bûne.

Rejîmê ku her di destpêka peydabûna Vîrûsa Korona yê bona parastina canê xelkê, çi rêkarek negirte bera xwe û amade nebû qerentînê dabinê, û rastî ji xelkê diveşartin, hemî cehda wê ewe bû ku belkî hindî zêdetir xelk koronayê bigre û xelk bitirse, rejîmê ew Korona ye bo xwe xenîmet zanî ku dikare aliyê kêm bo heyamekê sernixûniya rejîmê paşte bêxe.

Di 24 demjimêrên derbasbûyî de hezaran kesan korona yê girtine, û nêzîk bi hemî Îranê di rewşa Sor anku cihê tirsê deye.

Rejîm dîsan amaran diveşêre û tenê hejmara miryên Tehranê radigehîne û tenê roja şemiyê 110 kesan canê xwe ji dest dane.

Wan rojan bi hilkevta Aşûra û Miheremê di zaf cihan merasim bi rê ve diçin û çi rênimayî yekî xwe parastinê nayête berçav girtin, lewma wiha tête çavnihêrî kirin ku hejmara qurbaniyan çendîn beranber be.