Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Korona di Kurdistanê de karesatan diafirîne

13:07 - 16 Hezîran 2020

Di Rojhilatê Kurdistanê de bi sedema neşiyana berpirsên rejîmê û guhnedana rejîmê bi wan deveran, rojane hejmareke zêde xelkê Kurdistanê bi Koronayê dikevin û canê xwe ji dest didin.

Di parêzgeha Urmiyê de li heyama 24 demjimêran nêzî 15 kes ji pêketiyên Koronayê canê xwe ji dest dan.

Pêka amara ku Cihgirê Zanîngeha Pizîşkî ya parêzgeha Urmiyê daye, heya niha zêdetir ji 564 kes ku rewşa wan nebaş e di nexweşxaneyan de hatine razandin û gelek ji wan di “ICU”yê de ne.

Di parêzgeha Urmiyê de zêdetir ji 9 hezar kes tûşbûyê Koronayê heye û di wê hejmarê de zêdetir ji 300 kesan canê xwe ji dest dane.

Rewş parêzgeha Urmiyê di astekî xirab de ye û dibe xelkê wê parêzgehê rênimiyên pizîşkî berçav bigrin û çavnihêrê rejîmê nebin û bi xwe tendirustiya xwe biparêzin.

Di parêzgeha Sineyê de ku rejîm ti basekê lê nake, her roj hejmarek xelk yên pêketiyên Koronayê canê xwe ji dest dinin û di parêzgeha Sineyê de zêdetir ji 5 hezar tûşê Koronayê bûne û zêdetir ji 250 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Di Kirmaşanê de Korona karesatan diafirîne û rejîma Kurdkuj a Îranê jî ti girîngiyekê nade bi wê parêzgehê û derman û kîtên nasîna Koronayê yên hewce ji bo wê parêzgehê dabîn nake û her roj hejmarek xelk canê xwe ji dest didin.

Di parêzgeha Kirmaşanê de bi sedema neşiyana berpirsên rejîmê, heya niha zêdetir ji 8 hezar kes pêketiyên Kornonayê heye û di wê hejmarê de zêdetir ji 230 kes jî bûbne qurbanî.

Li parêzgeha Îlamê, zêdetir ji 1500 kes tûşnûyên Koronayê heye û zêdetir ji 90 kes jî bûne qurbanî.

Di parêzgeha Luristanê de, heya niha zêdetir ji 6 hezar kes bi Koronyê ketine û zêdetir ji 190 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Bi wî awayî xelk dibe çavnihêrê rejîmê nemînin û bi xwe bajarên xwe qerentîne bikin û xwe ji cihên qerebalix biparêzin.