Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Korona di Rojhilatê Kurdistanê de her roj canê çendîn welatiyan distîne

12:04 - 22 Hezîran 2020

Di Rojhilatê Kurdistanê de her roj çendîn malbat bi sedema Koronayê xembar dibin û kes û karên xwe ji dest didin.

Di bajarê Sineyê de Koronyê rewşeke dijwar afirandiye û sê nexweşxaneyên, “Bêiset, Kewser û Tuhîd” pir in ji pêketiyên Koronayê.

Di wê derheqê de Kadareka Dermanî ya yek ji nexweşxaneyên Sineyê dibêje: “Rewş pir xirab e û sê nexweşxaneyên “Bêiset, Kewser û Tuhîd”, pir in ji pêketiyên Koronayê û cihê vala nemaye.”

Heya niha zêdetir ji 2600 kes di bajarê Sineyê de bi Koronayê ketine û zêdetir ji 89 kes jî bûne qurbanî.

Berpirsên rejîmê rewşa parêzgehên Rojhilatê Kurdistnê bi sor didine zanîn lê ne bajaran qerentîne dikin ne jî îmkanatên hewce dabîn dikin.

Parêzgehên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî di rewşeke metirsîdar de ne.

Serokê Zanîngeha Zanistî ya Pizîşkî ya Urmiyê, Cewad Aqazade, gotiye ku: “Di deverên başûrên parêzgeha Urmiyê ku nêzî deverên parêzgeha Sine û Tewrêzê ne, hejmara mirin û pêketiyên Koronayê gelek zêde ye”.

Pêka gotina Aqazade, di du mehên detpêka Biharê de bi awayê nêvincî, her roj 47 kes tûşê Koronayê dibûn, lê niha zêdetir bûye û her roj 226 kes pêdikevin.

Berpirsên rejîmê derheq amara Koronayê di parêzgehên Kurdistanê de heta niha jî amareke dirust û serast nedane û her carê amareke direw û dûr ji rastiyê belav dikin.

Berpirsê Tora Tendirustî û Dermanî ya bajarê Mihabadê, ku her roj ji aliyê deng û rengê wî bajarî ve dihate gazîkirin ku amara rojane ya canjidestdayî û pêketiyên Koronayê belav bike, lê roja derbasbûyî pêşiya wî girtine û îzn nedane wî ku amaranên Koronayê belav bike.

Xelkê Kurdistanê dibe bi xwe bajarên xwe qerentîne bikin û rênimiyên pizîşkî biparêzin.