Di heyamê derbasbûyî de, dîsa rewşa Korona di bajarên Rojhilatê Kurdistanê ber bi xirabtirbûnê ve çûye û metirsî bo can û jiyana xelkê afirandiye û rejîmê jî ti bernameyek bona wê rewşê tinîne.
Pêka dawî amarên di 24 demjimêrên derbasbûyî de, li parêzgeha Urmiyê 402 kes tûşî wê vîrûsê bûnme û 4 kesan jî, canê xwe ji dest dane.
Bajarên “Urmiye, Xoy, Nexede û Miyanduavê” li wê parêzgehê, di rewşa sor a Koronayê de ne ku, zêdetirin asta belavbûna vîrûsa Koronayê jî hene.
Herwisa di parêzgeha Kirmaşanê de jî bi hemen awayî, metirsiya Koronayê zêdetir bûye û bajarên “Kengawer û Şabat” di rewşa sor a Koronayê de ne û bajarên “Sunqur û Kulyayî, Kirmaşan, Pawe, Serpila Zehaw û Giyelan” di rewşa narincî ya Koronayê de ne.
Herwisa pêka amarên dawî di wê parêzgehê de, 175 kes tûşî vîrûsa Koronayê bûne û ser hev hejmara qurbaniyan gihîştiye hezar û 518 kesan
Berpirsên rejîma Îranê bi alxahîniyê ve bas kirine ku pêla 4ê a Koronayê bi bandoreke zêdetir û berfirehiyeke zêdetir destpêkiriye, lê di wî halî de sedema bingehîn a belavbûna zêdetir a Koronayê, siyasetên sîstematîk ya rejîma Îranê bo qirkirina xelkê ye.