Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Korona li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê de zêdetir dibe

13:26 - 24 Nîsan 2021

Pêka amarên rejîmê, li parêzgehên “Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlam”ê amara pêketî û xisarên canî yên bi sedema Koronayê zêde bûne.

Pêka marên rejîma Îranê 25 parêzgeh li Îranê li rewşa gelek xirab a Koronayê de ne û amara pêketin û canjidestdan bi sedema Koronayê li 18 parêzgehan de bi lezgînî zêdetir dibe û 8 parêzgehên dinê jî bi lezgîniyeke zêdetir, amara pêket û canjidestdan zêde bûne.

Berdevkê Stada Korona yê rejîma Îranê, “Elîriza Reîsî” got: “25 parêzgeh li rewşeke xirab a Koronayê de ne û 301 bajar li rewşa sor, 45 bajar li rewşa narincî û 7 bajar li rewşa şîn de ne.

Pêka gotina wî berpirsê rejîmê, Lurstan li rewşa herî xirab de ye û parêzgeha Sinê jî bi lezgîniyeke kêmtir, hejmara tûşbûn û mirin heye.

Li parêzgeha Îlamê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê bi lezgînî zêdetir dibe û amara pêketiyan, gihîştiye 34 hezar û 656 kesan û 284 pêketiyên nû hene û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Li parêzgeha Urmiyê de jî 1391 pêketiyên nû yên koronayê hene û 17 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Li parêzgeha Kirmaşanê, tûşbûn û canjidestdan bi lezgînî zêdetir dibe û pêka amarên rejîmê her rojê zêdetir ji 200 kesan bi amara pêketiyên koronayê zêde dibe.

Rejîma Îranê bi nekirîna vaksenên hewce û firotina vaksenên heyî li bazara azad û reş de derbeke giran bi vaksînekirin û tendirustiya xelkê daye.