Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Korona tev Bokan li xwe girtiye

12:11 - 12 Nîsan 2021

Li bajarê Bokana Rojhilatê Kurdistanê rewşa Koronayê pir metirsîdar e, nexweşxanên Bokanê pir bûne li nexweşên Koronayê.

Pêka nûçeya ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê, li bajarê Bokanê 26 kes ji endamên malbatek bi navê “A Zade” bi Koronayê ketine û heta niha 3 kes ji wê malbatê canê xwe ji dest dane.

Di wê nûçeyê de hatiye ku, dermanên hewce di dermanxaneyan de peyda nabin û rejîm jî bo pêşîgirtina wê nesaxiyê ti hewlekê nade.