Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Korona û daketina nirxa neftê, Îranê ber bi îflasê ve dibe

12:03 - 1 Nîsan 2020

Daketina bê mînak a nirxa netfê û berdewamiya krîza Koronayê di welatê Îranê de, rejîma Îranê ber bi îflasê ve dibe.

Piştî daketina nirxa nefta Îranê û krîza belavbûna Korona di welatê Îranê de, rejîma Îranê dê rastî pirsgirêkên micid yên aboriyê bibe û kêmhatina bûdceya Îranê bi qasekê ye ku, bona terxankirina wê bûdceyê neçar e ji hesaba “Sendoqa geşepêdana netewî” hilgire.

Welatên berhemhênerên neftê rastî daketina nirxa bê mînak a neftê bûne û belavbûna vîrûsa Koronayê nirxa neftê dabezandiye û herwisa “Doêl”a neftî ya Erebistan û welatê Rûsiyê jî bandoreke nerênî a giran li ser daketina neftê li bazarên neftê di cîhanê de heye.

Rewşa Îranê li gor welatên din yên berhemhênerên neftê li cîhanê zêdetir xirab e, û eve jî encama dorpêçên aborî yên welatê Amerîka li ser aboriya Îranê ye.

Karnasên aborî pêşbînîyê dikin ku sala 1399`an saleke xirab bo aboriya Îranê ye û Îranê dê rastî îflaseke giştî û daketina berhemanînê bi qasî 30 milyard dolaran bibe.

Rejîma Îranê, neçar e nefta bi nirxa 50 dolarî ku bo bûdceya xwe danî bû, niha bi 15 dolaran bifroşe, ku êdî bikirên neftê jî xwe ji kirina nefta Îranê diparêzin.