Koronaya nû di Îranê de belav bûye û heta niha bi sedema wê çend kesan canê xwe ji dest dane.
“Seyîd Nemekî” Wezîrê Tendirustî yê rejîma Îranê roja 26ê Rêbendanê gotibû: “12 kes li pêketiyên Koronaya nû hatine nasîn û 2 kesan canê xwe ji dest dane”.
Herwisa Serokê Nexweşxaneya “Sîna” a bajarê Tehranê gotibû: “Rêjeya belavbûna Koronaya nû 5 qat zêdetir e û rêjeya mirnê jî 3 qat e û eger pêla 4ê dest pêbike amara mirinê dê 15 qat bilindtir be”.
Di çend rojên derbasbûyî amara pêketiyên Koronaya nû di Îranê de bilind bûye û bûye cihê nîgeraniya xelkê û karbidestên rejîmê li derheq wê vîrûsa nû a pirr metirsîdar hişdariyan didin.