
Belavbûna vîrûsa Korona yê û qerentînekirina bajaran bû sedem ku, 25 hezar kirêkar di parêzgeha Kirmaşanê de, bêkar bibin.
Roja Pêncşemî, 21`ê Gulanê, Cêgirê Avedanî yê Parêzgarê Kirmaşanê, “Mêhrdad Salarî”, got: ku piştî belavbûna vîrûsa Koronayê dî wê parêzgehê de, 25 hezar kirêkar yên çêkirina derbanan, karê xwe ji dest dane û niha betalin.
Herwisa “Mêhrdad Salarî”, baskiriye ku piraniya wan 25 hexzar kirêkarane ku niha bêkarin, nasnama kar tunînin.
Rejîma Îranê jiyana xelkê bi taybet qata hejar û dest teng di çaxê wan arîşan de, dabîn nekiriye û xelkê Îranê ku piranî dibin hêla hejariyê de dijîn, neçarin ku gefa tûşbûn bi vîrûsa Koronayê berçav negirin û bo peyda kirina pariyeke nan bo jin û zarokên xwe, ji malê derkevin û li pey kar bigerin, lewma amara tûşbûn û qurbanî bûna xelkê Îranê, bi sedema vîrûsa Koronayê, rojbiroj zêdetir dibe.