Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koronayê di Îranê de zêdetir ji 100 kesan kir bi qurbanî

17:02 - 1 Adar 2021

Berdevka Saziya Tendirustî ya rejêma Îranê, Sîma Sadatlarî ragihandiye, ku di 24 demjimêran derbasbûyî de 108 kes di Îranê de bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane û dûbare amara mirinê di Îranê de bilind bûye.

Berdevka Saziya Tendirustî ya gotiye, ku heya niha 8 hezar û 510 nesaxên nû hatine tomarkirin û 812 kes hatine razandin û herwisa 108 kesan jî bi sedema koronayê di 24 demjimêrê derbasbûyî de canê xwe ji dest dane.

Herwisa navbirî gotiye ku niha amara pêketiyên Koronayê di Îranê de gihiştiye 1 miliyon û 639 hezar û 679 kes û bi gelemper 60 hezar û 181 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Pêka gotinên wê, rewşa piraniya bajarên Îranê nebaş e û niha rewşa 11 bajarên wekî “Abadan, Ehwaz, Bender Mahşehr, Xuremşehir, Dêzfol, Deşt Azadigan, Ramhormoz, Şadigan, Şoştêr, Karûn û Howêyze” di rewşa awirte û nebaş de ne.

Eva amarek e ku navenda Tendirustî a rejîma Îranê belav kiriye, lê amara pêketî û canjidestdayên Koronayê çend hember ji wê amara rejîmê ne û rejîm amara serast belav nake.