Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koronayê heya niha di cîhanê de canê 102 hezar kesê lê standiye

17:08 - 11 Nîsan 2020

Vîrûsa “COVID19” ku di sala 2019`an de yekem car di Wûhana Çînê de peyda bû, wekî dujminekî ketiye canê mirovan û her roj di cîhanê de parek ji xelk bi wê vîrûsê dimrin.

Di Îranê de pêka amarên fermî û dûr ji rastiyê yên Wezareta Tendirustî a rejîma Îranê li duh ve heya niha 1837 kes tûşê Koronayê bûne û 125 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Di Îranê de bi giştî heya niha 70029 kes tûşê Koronayê bûne û 4357 kes jî bûne qurbanî.

Di seranserê cîhanê de heya niha nêzî 1 milyon û 700 hezar kes tûşê Koronayê bûne û her bi sedema wê vîrûsê, zêdetir ji 102 hezar kes bûne qurbanî.