Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koronayê parêzgeha Sineyê dorpêç kiriye

12:18 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2021

Bi sedema berbelavbûna Koronayê li parêzgeha Sineyê, hatinûçûn bo bajarên Sine, Merîwan, Kamiyaran, Dewûlan û Qurweyê hate qedexekirin.

Herwisa hatiye ragihandin, ji demjimêr 10ê şev heta 3ê sibêdehê hatinûçûn qedexe ye.

Koronayê cardin parêzgeha Sineyê dorpêç kiriye û rojane 100an kes bi Koronayê dikevin.

Pêka amara Zanîngeha Zanistî ya Pizîşkiya Sineyê ku duh 12`ê Pûşperê belav kiribû, di parêzgeha Sineyê de 42 kes bi Koronyaê kevtine.

Serokê Zanîngeha Zanistî ya Pizîşkiya Sineyê, Ferzîn Rizayî daye zanîn, “Heta niha 180 pêketiyên Koronayê di nexweşxanên parêzgehê de hatine razandin, ji wan 112 kes ji Sineyê, 14 kes Seqiz, 23 kes Merîwan, 8 kes Qurwe, 3 kes Bîcar, 10 kes Kamiyaran, 2 kes Dîwandere, 4 kes Bane û 4 kes jî Dêwûlan.”

Navbirî gotiye ji duh ve kesek bi sedema Koronayê li parêzgeha Sineyê canê xwe ji dest daye û heta niha 1,373 kes bi sedema Koronayê li parêzgeha Sineyê canê xwe ji dest dane.

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê divê xwe biparêzin û maskan bikar bînin û destê xwe berdewamî bişûn û xwe li cihê qerebalix biparêzin.