Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koryadek bo rêz girtin ji şehîdên “Mîkonosê” li welatê “Berîtaniya”yê bi rê ve çû

18:18 - 14 Îlon 2021

Di 29 mîn salvegera şehîd kirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî, komîteya PDKÎ li welatê “Birîtaniya”yê li bajarê “Bîrmengham”ê bi awayê “Online” koryadek bi beşdariya “Ebdulla Hicab” hate li dar xistin.

Destpêka vê koryadê bi siruda “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêz girtin ji canê paqijê şehîdan bi taybet Dr. “Seîd” hate dest pêkir.

Piştre berpirsê Komîteya Birîtaniyayê “Ferîd Dêyhim” kurteyek li jiyana Dr. “Sadiq Şerefkendî” pêşkeşî beşdarbûyan Kir.

Piştre “Ebdulla Hicab” li ser kesayetiya Dr. “Sadiq” bo beşdarbûyên vê koryadê axivî.

“Hicab” di axavtinên xwe de îşare bi rol û karlêkeriya rêberê me yê şehîd Dr. “Sadiq” kir û li ser şêwaza siyaset li Partiya Demokrat û herwisa piştevaniya Dr. “Şerefkendî” li  Dr. “Qasimlo” bo birêweberiya siyaseta zanaye, bo beşdarbûyan axivî.

Navbirî di berdewamiya axavtinên xwe de îşare bi vê yekê kir ku Dr. “Seîd” rêberekî netewî bû, û hevdem bi kiryar hewil dida, herwisa tevî vê yekê ku li bajarê “Tehran”ê mamostayê zankoyê bû, jiyana şoreşgêrî digel pêşmergeyan di çiyayên Kurdistanê de hilbijart.