Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kosalan hertim li bîr û hizra me de dimîne

13:40 - 12 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ digel şehîdên destanrêsiya Kosalanê peyman nûkirin.

Endam û alîgirên PDKÎ, serdana çiyayê Kosalanê kirin û digel şehîdên Kurdistanê peyman nûkirin.

Kosalan, cihê rûdana destanrêsiya mezin a xortên bivêr yên vê axê ne û ku tê de 11 pêşmergeyên can li ser dest yên hizbê, canê xwe pêşkêşî ax û neteweya xwe kirin.

Endam û alîgirên PDKÎ, bi danîna cemedanî û golên Helale li ser çiyayê Kosalanê ku, sembola îradeya pêşmerge û şehîdên Kurdistanê ye, bîranîna şehîdên destanrêsiya Kosalanê bilind ragirtin.

Endam û alîgirên hizbê bi encamdana vê çalakiyê, ev rastiya dubare selmandin ku, bîr û rêbaza şehîdan hertim li bîra me dene û heya  bidestveanîna armancên bilind yên van li xebat û têkoşînê dev ber nadin.

Roja 5`ê Pûşpera 1395`an, tîmek ku pêk hatibû ji 11 pêşmwergeyên hizba Demokrat, di dema encamdan wezîfeya xwe, li çiyayê Kosalanê rastî bosya hêzên Spaha Pasdaran a terorîst dibin û piştî çar roj şer û berxwedanê, di encamê de, 9 pêşmergeyên bi navên “Mehdî Şêxî Tevrîwerî, Ekber Mênberî, Şoreş Mênberî, Şaxevan Mênberî,  Rohilah Heyderî, Barzan Husynî, Sahib Husêynî, Hîva Qorbanî û Efşar Sûrbûme şehîd dibin û piştire du pêşmergeyên vê tîmê yên bi navên Kawe Cewanmerd û Serkevt Sedemî jî ku, li cihê şer derbaz bibûn, li 15`ê Pûşpera 1395`an, li gundê Buryer canê xwe pêşkêşî baregeha azadiyê kirin.