
Kurdistanmedia: Koşka Sipî li ser sizadana aboriya Îraqê, di gel Şêwirmendên xwe gengeşeyan dikin.
Pêka nûçeyên belavbûyî, rojnameya “Washington Post”, pêka gotina berpirsekî Koşka Sipî, ku navê wî nehatiye eşkere kirin, Şêwirmendên Koşka Sipî û Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê, dest bi gengeşekirina çend core sizayên aborî li ser Îraqê kirine û hekî bê û hikûmeta Îraqê biryara dawiyê ya derkirina hêzên Amerîkî bide, yê bê sizadan.
Wê çavkaniyê bas kiriye ku, wan biryar daye, piştî gihîştin bi corên cuda yên sizadanê, ew sizadan girêdayê man ya derkirina hêzên Amerîkayê li Îraqê ye.
Sekomarê Amerîkayê, Donald Trump gotiye, heger desthilatdarên Îraqê daxwaza derkirina hêzên Amerîkyê bikin, ew dê sizayên wisa mezin bêxinîne ser Îraqê ku, sizayên li ser Îranê di hember wan de tiştek nebe.
Parlemana Îraqê du roj berî niha, projeyasaya derkirina hêzên biyanî ji Îraqê, erê kiribû.