Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kovara edebî, hunerî, çandî û civakî a bi navê Bernamegeh hate weşandin

12:26 - 4 Şibat 2021

Kovara edebî, hunerî, çandî û civakî a bi navê “Bernamegeh” ku di Bakurê Kurdistanê de kar û çalakiyên xwe dike, bi hejmara xwe ya sêyemîn hate weşandin.

Di vê hejmarê de nivîsên balkêş ên gelek nivîskar û helbestvanên Kurd li ser edeb, huner û çandê hatine belavkirin.

Helîm Yûsiv serborî û çavdêriyên rojnamevanekî bi zimanekî herikbar aniye ziman. Occo Mahabad Destana Rizgan û Nûrê ji gellek aliyan tehlîl dike û bi vegotineke xelkî dilê we seh dike. Seîd Veroj berê xwe daye ser jiyana Zeynelabidîn Îrfanî yê Sekreterê Dawî yê Cemîyeta Tealiya Kurdistanê, bi vî awayî hişmendiya me ya rojane bi dîrokê ve girê dide. Sıraç Oguz dewr û jiyana Îdrîsê Bêdlisî bi nêrîneke cuda ji nû ve vedikole û dixwaze em li ser wî careke din bifikirin.

Platforma azad Bernamegeh girîngiyê dide pêşketina demokrasî û derbirîna fikr û ramanan ku civata Kurd bifikire, pirsiyar bike, rexne bike û nerazîbûnên xwe nîşan bide.

Di vê hejmarê de hûn dikarin van nivîsan bixwînin.

– Helîm Yûsiv / Çavdêriyên Rojnamevanekî

– Occo Mahabad / Destana Rizgan û Nûrê

– Seîd Veroj / Zeynelabidîn Îrfanî

– Remezan Bakur / Mîr Hesenê Dasînî

– Têmûrê Xelîl / Eznîva Reşît

– Ednan Dogan / Newroz, Welato

– Newaf Mîro / Pirs û Tirs

– Abdurrahman Bedir / Li Warên Firaran

– Siraç Oguz / Îdrîsê Bidlîsî

– Feqiyê Teyran / Axîna Te Nalîna Min

– Îhsan Bîrgul / Rastnivîs

– Mervan Serhildan / Ew ê Me Qir Bikin

– Îkram Oguz / Şer û Wêje

– Sultan Yaray / Roja Wêje û Dengbêjiyê

– Axa Kurdikî / Hesen û Mêranî

– Zeynelabidîn Zinar / Zira Kerê û Lota Devê

– Baranê Qereyaziyê / Şev Tarî Bû

– Ciwan Serwer / Çi Yê Me Ma

– Bahadîn Robar / Tu Yî

– Farûqê Feroyî / Ji Min Gotin

– M.Zahir Kayan / Êvar Tê

– Soran Hemereş / Kurdgalnamek, Kurmancîkirin: Muhsîn Ozdemîr

– Cemîl Îbrahîm / Werin Em Zimanê Xwe Biparêzin

– Nîhat Gultekîn / Berxwedana Gilîdaxê

– Lokman Polat / Helbestên Silêman Azer

– Têngîz Siyabendî / Roja Azadiyê

– Yucel Aslan / Piltan

– Rostem Xamoş / Silavek

– Îxlas Frensîs / Bêhrkirin, Wergêr: Mehmûd Badilî

– Mihemed Hesko / Pêşberî

– Umîd Demîrhan / Rewşa Giştî ya Bajarên Bazîd û Tûlayê

– Çayan Okuduci / Ji We Re Çi Lazim e

– Welat Bazîdî / Gazina Jinikê Li Mêrê Malê

– Şefîq Îsa / Kurê Dêlan

– Abdullah Yavuz / Halê Min e Ev

– Kamran Simo Hedilî / Helbest û Felsefe

– Seyfedînê Welekorî / Navê Min

– Mehmûd Ronîdar / Berfîn

– Bûbê Eser / Zindana Diyarbekirê û Enfal

– Keyhan Mihemedînijad / Dildarê Helbestvan

Hûn xwînerên hêja jî dikarin bi dagirtina wê lînkê mifahê ji gotaran vergirin.