Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kovareke Amerîkayî: Kurd di şerê Amerîka û Îranê de roleke yekalî hedibe

13:44 - 23 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Kovara Amerîkayê, ya bi navê “National Interest”, di raporeke xwe de derheq şerê dinavbera Amerîka û Îranê dibêje, Kurd roleke yekalî hedibe.

Aloziyên dinavber Amerîka û Îranê, rû li zêde bûnê ye û herdu alî bi gengeşeyên tund li dijî hev encamp didin, û hêzên xwe bû rûbirû bûna lihemberî hevdû amade dikin, her yek ji wan dixwazin desthilat û hikûmetên deverê bo aliyên xwe rabikêş in.

Wekî hemû arîşeyên din ku, li çend dehikên borî di Rojhilata Navîn de çê bûne, Kurd roleke berçav hebûye, û hevdem tevlî alozî û arîşeyan bûye, û beşa Kurdistana blindest ya Îraq, pêştî şerê yekem ê kendavê bi piştevaniya Amerîka û welatên Rojavayî, corek ji xwebirêveberî û pêşkevtinek ji xwe ve dîtiye.

Hekî şerê rasterast di navbera Amerîka û Îranê de çê bibe, bê guman Kurd dixwaze mifahê ji rewşê verbigire, û bo berjewendiyên xwe pêngavan biavêje, çimkû li 100 sale dê derbazbûyî, beşeke Kurdistanê xistine ser Îranê, û hevdem rejîma Îranê jî berpirsiyare li hemberî kuştina hezaran Kurdan.

Ev rapora, derheq Kurdên Rojhilata Kurdistanê nivîsiye: Derfeteke baş ji bo wan tê pêş ku bigihîjin bi xwebirêveberî û serbexweya xwe, yan jî bigihîjin bi encamekê ku di Başûrê Kurdistanê de çê bûye.

Herwisa bas ji vê yekî jî dike ku, di wê navberê de rola Kurd bi tevahî mezine û yekalî dibe û Kurd dibe bi çêkiran desthilata paşerojê di Îranê de.