Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Krîza ava vexwarinê li bajarê Sineyê bi dawî nayê

12:25 - 31 Çirriya pêşîn 2020

Bajarê Sine yek ji wan bajaran e ku heyamekî zêde ye pirsgirêka ava vexwarinê heye û xelkê bajarê Sine bi neçarî li derdora wî bajarî ava vexwarinê dabîn dikin.

Di rewşa niha ku hewcehiyekî zêde bi ava paqij heye û bona parastina can û tenduristiya xwe, xelk avê zêdetir bikar tîne, lê xelkê Sine ava paqij bo vexwarinê jî peyda nakin û neçar in ji çavkaniyên derora bajar vê avê dabîn bikin û heta niha rejîma Îranê ti pêngaveke erênî bo çareserkirina wê pirsgirêkê hilnegirtiye.

Xelkê Sine bi kalonên avê bi demjimêran li dorên dirêj de radiwestin heta bikarin ava hewce bo vexwarinê dabîn bikin.

Berpirsên rejîma Îranê dane zanîn ku av li bajarê Sinê heye lê qasa wê avê kêm e, lê ti bas ji paqijnebûna ava heyî jî nakin û kes nikare wê ava gemar vexwe.

Pirsgirêka avê li çendîn parêzgehên Îranê de jî heye û parêzgeha Sîstan û Belûçistan yek ji wan parêzgehan e ku bûye krîzeke mirovî û rejîmê ti karek bo xelkê wê parêzgehê nekiriye.