Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Krîza bêavî gefê li 12 bajar û 500 gundên parêzgeha Luristanê dixwe

17:23 - 26 Nîsan 2022

Pêka nûçeya nûçegihaniya “ISNA” a girêdayî rejîma Îranê, kêmiya rêjeya barîna baran û berdewamiya kêmaviyê li ser zevî û binzeviyên parêzgeha Luristanê li demsala germaya îsal de, 12 bajar û 500 gundên wê parêzgehê kevtine ber gefa bêaviyê.

Bi berevird digel sala derbasbûyî, rêjeya barîna baranan di wê parêzgehê de %6 kêm bûye û di niha de 130 tayên çemên mezin û biçûk ku bi dirêjahiya 9 hezar kîlometr axa parêzgeha Luristanê pêk tînin, rastî hişkesalî û bêaviyê hatine.

Sala 1400an tevî çikbûna çemên sereke yên Luristanê ji wan “Keşkan, Sîlaxor, Madiyan Rûd, Kake Şerîf” û piraniya çemên din, xirarek zêde bi werzêrî û aboriya wê parêzgahê xistiye.

Herwisa di Havîna sala derbasbûyî de 120 gundên parêzgeha “Luristan”ê  rastî bêaviyê hatibûn û bi tankeran ava vexwarinê bi wan re dihate dan.

Krîza bêavî di wê parêzgehê de zêdetir bi sedema veguhastina ava wê parêzgehê bo bajarên navenda Îranê, çêkirina bendavên nestandard ji aliyê Spaha Pasdaran li ser çemên parêzgeha Luristanê û bi giştî devera Zagrosê li xwe digre ku nerizayetiya berfireh a xelkê li pey xwe aniye.