
Parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hêj di rewşek nebaş de ne, yek ji wan parêzgeha Urmiyê ye ku di rewşek metirsîdar de ye û di 24 demjimêran de sedan kes dibine qurbanî.
Pêka nûçeyên navxweyî, rewşa Korona û amara mirinê di parêzgeha Urmiyê de nebaş e û di 24 demjimêran de 40 kasan canê xwe ji dest dane û 1 hezar û 475 kes jî tûşê Koronayê bûne û roj bi roj ew amar zêdetir dibe.
Di wê rewşa xirab de, li nexweşxanên parêzgeha Urmiyê de bo razandina nexweşan textên betal dest nakevin. Herwisa hatiye belavkirin ku beşek ji nexweşxanên wekî “Îmam Riza û Arifiyan” ku tevî hebûna textên betal, lê nexweşên Koronayê wernagirin û eva bûye metirsîyek bo ser canê xelkê.
Herwisa nûçeghaniyên navxweyî bas ji krîza nebûna dermanan jî dikin û dane zanîn ku welatiyan bas ji vê yekê kirine ku parek ji ew dermananeyên ku pizîşk bo wan dinivîse li dermanxanan de peyda nabin û divê di bazarên reş de bi nirxek çend qat bilindtir bikirin û ew nirix nêzî 20 miliyon Tumenî ye û nebûna vaksena Koronaye jî yek ji derdê welatiyan e.