Di heyama çend rojên derbasbûyî de Amerîkayê dest avêtiye bi civînkirin û danûstandin di navbera hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de ku yekdeng û yekgirtî bin.
Her di vê derheqê de, ENKS û PYD, piştî çendîn caran civîn û hevdîtin, di warê siyasî de lihev kirin û biryar e di rojên bê de jî derheq pirsên leşkerî û rêveberiyê de civînan bikin.
Pêka nûçeyên belavbûyî, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), hevdîtinên wan ên rasterast bi serpereştiya Amerîkayê berdewam in û wan di warê siyasî de lihev kirine û ti pirsgirêkek di navbera wan de nemane.
Di vê derheqê de jî, malpera “El-Şerq”ê, belav kiribû ku, Amerîkayê givaş xistiye li ser aliyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, bo wê ku yekdeng û yekgirtî bin.
Roja 26`ê Nîsana îsal jî, Şanderê Amerîkayê yê bo karûbarên Bakur Rojhilatê Sûriyê “William Roeback” digel alîkara xwe serdana Rojavayê Kurdistanê kiribûn û bi giştî digel 22 Partiyên Kurdî û bi taybet Partiyên ser bi ENKSê û TEV-DEMê re hevdîtin kiribûn.