Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurd û Amerîka

11:18 - 7 Çirriya paşîn 2020

Kerîm Perwîzî

Li du rojên borî de ku hilbijartina serokatiyê li Amerîkayê bi rê ve çû, tevî gellek bas û mijarên siyasî ku di vê derheqê de têne gorê, cardin baseke din jî serî hilda, ku ger Trump cardin bibe serkomar ji bo Kurdan baş e, yan Bayden zêdetir wê berjewendiya Kurdan berçav bigre.

Li gora giranî û rola Amerîkayê di siyaset û aborî û peywendî û balansên leşkerî di cîhanê de, tu welatek û renge tu hizbek di cîhanê de tunebe ku li hember hilbijartina serokatiyê li Amerîkayê bêdeng û bêhestiyar be, û guh lê nebe ku çi diqewime.

Lê li herêmeke aloz wekî Rojhelata Navîn de, ew hestiyariya gellek zortir e û denganîna her yek ji wan berbijêran di serokatiya Amerîkayê de, aliyê kêm li ser jiyana siyasî û aborî a wan bandorê dadinê, ger em nebêjin bandoreke çarenûssaz dadinê!

Lê Kurd di vê hevkêşeya siyasî de ji kîjan alî qazanc dike, yan ji kîjan alî xisarê dibîne, bi hûrdekariyeke zêde ve zelal nine, jiber ku Kurd li çar welatan e, û her yek ji wan welatan derheqê Amerîkayê de lênihêrîna taybet bi xwe hene, û dûrî yan nêzîkatiya Kurd bi her yek ji wan berbijêran dibe sedema qazanc û xisara ji berbijêrê dijber!

Bo mînak li Tirkiyê ger deshilata hakim nêzîk li Trump be, û hez bike ku ew dengan bîne, wê demê Kurdên dijberî hikûmeta Tirkiye hez dikin ku Baydin dengan bîne, yan li Îranê ku Trump zexteke zêdetir bo rejîmê aniye û Weliyê Feqîh hez dike ku hindî zûtir Trump bar bike û here, Kurdên dijberî rejîma Tehranê hez dikin ku Trump dengan bîne.

Lê faktoreke zor girîng heye ku nabe em ji bîr bikin, ku herçend gellek caran tê gotin ku siyaseta stratejîk ya Amerîkayê li gora partiyên Komarî yan Demokrat nahê diyarîkirin û navendeke taybetîtir heye ku ji wir stratejî tê berhemanîn, lê kirdara taktîkî ya her yek ji wan partiyên Komarî û Demokrt li ser me dibin biryareke çarenûssaz, bi vê watayê ku eva ji bo wan taktîk e, li ser me stratejî ye, û di vê navberê de çi Komarî yan Demokrat li ser kar be, her yek ji wan taktîk û şêwaza xwe ya cuda bo siyasetkirinê hene, û emê Kurd ê Rohilatê Kurdistanê jî divêt ku hewl bidin ku di nava taktîk û şêwazên cuda de berjewendiya xwe ya neteweyî bibînin û destnîşan bikin, jiber ku xebat û siyaset bi lojîk û hûrbînî tê kirin, nek bi pê xweşbûn yan hezkirin.