Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdek bû bi Wezîrê Perwerdeya Birîtaniyayê

12:19 - 17 Îlon 2021

Kurdekî xelkê Başûrê Kurdistanê di kabîna nû a welatê “Birîtaniya”yê de bû bi Wezîrê Perwerdeya wî welatî.

“Nedîm Zehawî” Kurdê xelkê Başûrê Kurdistanê ku li sala 1976`ê û di temenê 9 saliyê de bi sedema givaş û zordariya dewleta Îraqê li dijî Kurdan ber bi welatê Birîtaniyayê ve koç kiribû, roja Çarşemî 15`ê Îlonê di kabîneya nû a wî welatî de ji aliyê Serokwezîrê Birîtaniyayê ve wek Wezîrê Perwerdeya wî welatî hate helbijardin.

Navbirî berê jî wekî Wezîrê Dabînkirina Vaksena Koronayê di kabîneya wî welatî de beşdar bû. Ew di wan hemû salên jiyana xwe de di warê xwandin û karûbarên sîyasî de karîbû serkevtinên mezin bi dest ve bîne û roj bi roj ber bi pêşkevtinê ve biçe.